Li gel danûstandinên dîplomatîk cudahiya nêrînan a navbera aliyan dewam dikin. Nediyar e ku agirbest veguhere aştiyeke mayinde yan na.
Alîkarê Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) JD Vance anî ziman ku hevdîtinên li Îslamabadê bêyî lihevkirinê bi dawî bûn. Vance diyar kir ku Îranê têkildarî bernameya nukleerî "sozeke zelal" neda û DYE'yê jî "pêşniyara xwe ya dawî" pêşkêş kir.
ÎRAN: DI HEVDÎTINEKÊ DE LIHEVKIRIN NE RASTEQÎN E
Aliyê Îranê jî "daxwazên ne maqûl" ên Washingtonê weke sedema serneketinê nîşan da. Berdevkê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Îsmaîl Bekayî got, rasteqîn nîne ku mirov di hevdîtineke bi tenê de li benda lihevkirinê bin.
Wezîrê Tenduristiyê yê Îngilistanê Wes Streeting pêşveneçûna danûstandinan weke "şikestina hêviyê" pênase kir û raghiand ku divê hewldanên dîplomatîk dewam bikin.
PAKISTANÊ BANG LI ALIYAN KIR
Pakistan ku bi rola navbeynkariyê radibe bang li aliyan kir ku giredayî agirbesta du hefteyan bimînin. Wezîrê Karên Derve Îshak Dar destnîşan kir ku parastina agirbestê krîtîk e.
RAGEŞIYA LI TENGAVA HURMUZÊ
Îranê îdîayên ku dibêjin 'Keştiyên şer ên DYE'yê li Tengava Hurmuzê karê paqijkirina mayinan kiriye' red kir û diyar kir ku li dijî keştiyên leşkerî wê "tedbîrên hişk" bêne wergirtin. Fermandariya Hêzên Navendî ya DYE'yê jî ragihand ku du destroyeran li herêmê operasyon kirine.
XETA ENERJIYÊ YA SIÛDÎ JI NÛ VE DI DEWREYÊ DE YE
Erebistana Siûdî diyar kir ku xeta petrolê ya rojhilat-rojava ku bû hedefa êrişê, jinûve ketiye pratîkê. Ev xet, eger Tengava Hurmuzê bê girtin ji bo firotina petrolê di rewşeke krîtîk de girîng e.
JI TRUMP Û NETANYAHU PEYAMÊN HIŞK
Serokê DYE'yê Donald Trump diyar kir ku "ne girîng e" bi Îranê re lihevkirin bibe yan na û îdîa kir ku welatê wî ji aliyê leşkerî ve serwer bûye.
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu jî îdîa kir ku bernameyên fuzeyan û nukleerî yên Îranê "hatiye tinekirin."
Netanyahu her wiha ragihand ku ew bi Lubnanê re daxwaza "Peymaneke aştiyê ya demdirêj" dikin û bêçekkirina Hîzbûllahê jî weke şert datînin holê.